Blog

Kî dikare bibe xwendevanê pirtûxana kurdî a intêrnêtê?

Her kesê ku temenê wî di ser 14 salan re ye û dîrok û çanda gelê kurd jêre balkêşe, dikare pirtûkxana kurdî a intêrnêtê bikarbîne.

Jibo hûn bikaribin vê pirtûkxanê bikarbînin, destpêkê divê hûn xwe di malpera pirtûxanê de tomar bikin. Cihê têketinê li qorzîka rûpelê a jorîn a aliyê rastê ye. Piştî hûn destê xwe li bişkoka `têkevê` xînin hûnê derbasî rûpela jibo nivîsandina login û parola xwe bibin.

 

Çawa hûnê li matêryalê ku hûn dixwazin bigerin?

Li hemû rûpelên pirtûkxana kurdî a intêrnêtê mênuya bi sê beşan heye: pirtûk, tomarkirnên deng û wêne.

Mirov dikare bi van kategoriyan: cûrê objekt, nav, navê nivîskar, cih, dem, mijar, li naveroka beşan binere. Ev girêdan li beşê çepê yê rûpelê tê xuyakirin. Bo nimûne, li ser rûpela ` venêrîna derbarê mijara dîrokê` mijarên li ser dîrokê tên xuyakirin.

 Pencera lêgerînê li beşê jorîn yê rûpelê ye. Jibo wergertina agahdariyên derbarê objektê, gotina sereke ya jibo rûpelên tên xwestin binivîse. Mirov dikare bi zimanên kurdî, inglîzî û rûsî lêgerînê di malperê de pêkbîne. Bo nimûne, heger hûn di rûpela kurdî a malperê de bin, hemû kaniyên malperê wê bi zimanê kurdî bên xuyakirin.

 

Çawa mirov dikare li pirtûkê an li wêne binere?

 Jibo venêrîna li pirtûk, wêne û matêryalên wekîdin, mirov dikare li funksyona nerînê xîne û li gor xwe wêne nivîsandinê piçûk an mezin bike. Jibo guhestina ji rûpelekî ta rûpelek din pêwîste li rûpela bidûde bê xistin.

 

Çawa pirtûk an matêryalekî din tên daxistin?

Ne hemû objektên pirtûkxana dijîtal dikarin bên daxistin. Pirtûkên ku berya sala 1925-an hatine çapkirin, bi şêwekî serbest dikarin bên daxistin, yên din divê bi erêkirna daner, an jî ya xwedî mafê li ser wan bên daxistin. Pirtûkên mane mirov dikare wan tenê di riya malpera me de bixwîne.