Projeyên pirtûkxana înternetê

Armanca ji sazkirna Pirtûkxana Kurdî ya Înternetê ew e, ko mîratê çanda kurdî ji nifşên bên ra bê parastin. Çi kesê bixwaze dikare di vê pirtûkxanê de agahiyên derbarê kurdan bibîne û çanda gelê kurd, wek beşek ji çanda cîhanê, bixwîneû lêkolînbike. Jibo cîbecîkirna vê projeyê em li seranserî cîhanê li hevalbendan digerin.

  1. Sazkirna pirtûkxana netewî a internet. Heta roja meyî îro kêm kes li cîhanê hene ko derbarê kevnartirîn û dewlemendtirîn dîroka çanda gelê kurd dizanin. Armanca me ji vê pirtûkxanê ew e, ko her kes bikaribe bê zehemetê û belaş hemû agahî û pirtûkên derbarê kurdan bixwîne. 
  2. Lidarxistina konfiransên nêvdewletî yên karmendên pirtûkxanên kurdî jibo derbarê standartên pirtûkxana- internet, komkirin û digitizasyona materyalên mîratê çanda kurdî li ser helwestek hevbeş lihevbikin
  3. Wergorandina bo zimanê kurdî baştirîn pirtûkên ko bi zimanên cuda derbarê gelê kurd û dîroka wî hatine çapkirin. Karekî weha dihêle ko lêkolînerên kurd û kesên ku dîroka kurdî ji wan ra balkêşe pênasînê bi nivîsarên danerên biyanî ra bikin
  4. Sazkirna portalê kaniyên perwerdeyî yên vekirî li malpera pirtûkxanê. Bi sedan kurs, vîdyoyên xwendinê û materyalên wekî din yên ko ji zankoyên Kurdistana Îraqê bên wergirtin wê di vê portalê de bên çapkirin, da ku her kesê bixwaze xwebixwe hînî zimanê kurdî bibe, belaş wan bikarbîne.
  5. Çapkirna pirtûkên pîroz yên ola êzdî. Êzîdîtî ola gelê kurd ya resene û yek ji kevntirîn olên cîhanê ye. Her olek cîhanê xwedî pirtûka xwe ya pîroze, wek nimûne ( Incîl, Qoran..û hwd). Hemû bîr û bawerî, kevneşopî, rêûrêzan, her weha agahiyên dîrokî, çîrok, efsane û kesên ko rolek mezin di dîrokê de lîstine di pirtûkan weha de tên nivîsandin. Tev kevnbûna xwe jî, heta nuha pirtûkek wisa li ba ola êzîdî tune.