Derbarê me

Pirtûkxana kurdî a intêrnêtê rêxistinek ne bazirganiye û jibo digitîzasyona pirtûk û berhemên çandê yên wekîdin ku derbarê dîrok û çanda kurda bi zimanên cîhanê yên cuda hatine nivîsandin, hatiye sazkirin. Xwendevan dikarin belaş pirtûkxana kurdî a intêrnêtê bikarbînin.

Pirtûk, kovar û rojname, herweha matêryalên wekîdin ku di intêrnêtê de hatine belavkirin, wek heye, dem kurtin û hin bi hin gelek ji wan winda dibin û tên jibîrkirin. Jibo digitîzasyon û arşîvkirna mîratê çanda kurdî,  meha tebaxê sala 2018-an me destbi karekî sext û pir giring kir. Armanca me ew e ku em agahdariyên bîblyografîk yên cûr be cûr û hêja derbarê gelê kurd ji tevaya cîhanê bidinhev. Di riya komkirin û berhevkirna agahdariyên ji kaniyên cuda ve, em bimebestin berhemên herî baş têxin pirtûkxana kurdî a intêrnêtê de, da ku xwendevanên me bikaribin agahiya bêtir sûdmend wergirin û pirtûkên ku dixwazin bibînin. Hîn bêtir, Pirtûkxana me destûrê dide lêkolîneran da ku kaniyên agahdariyê jibo karên zanistî bikarbînin.

Em, wek pirtûkxane, giringiyê bêtir didin pirtûkan, lê tomarkirnên deng û wêne jî li ba me hene. Pirtûkên ku berya sala 1925-an hatine çapkirin, serbest mirov dikare wan daxîne û bixwîne, lê pirtûkên hemdem tenê di riya malpera me re dikarin bên xwendin.

 

Pirtûkxana kurdî a intêrnêtê jibo her kesê ku paşeroj û rewşa niha ya gelê kurd jêre balkêşe, derfetek pir baş pêşkêşdke. Wek tê zanîn, ne her kes dikare pirtûkxanên gelemperî û akadîmî bikarbîne, çimkî pirtûkxanên wisa ne li her deverê hene, loma jî jibo misogerkirna bikaranîna giştî pêwîstiyek giring bi pêşkêşkirna versyona digital ya pirtûkan heye. Ev cûrekî nuh yê pitrûkxanê ye û mirov li kîjan deverê be dikare çi dema bixwaze wê bikarbîne. Hîn bêtir, ew bi gelkî ji pirtûkxanên kevneşopî çêtire, jiber ku agahdariyên bêtir giring têde hene û mirovan li tevaya cîhanê li ser bingeha berjewendiyan bihev girêdide.    

Karmend

Yorî Dasnî - Damezranerê Pirtûkxana Kurdî a Intêrnêtê