Alîkarî

Pirtûkxana Kurdî a  internetê–malperek serbixwe û ne bazirganî ye û pêşeroja agahî ya gelê kurd pêve girêdayî ye. Alîkariya we ji me re pêwîste jibo em  bikaribin karê xwe berdewam bikin û pêşvebibin. Ji me tê xwstin ko em diravê alavên teknîkî, mûçên karmendan, server û kirya ofisa xwe bidin. Tenê karmendên jêhatî dikarin pirtûkxana intêrnêtê bi agahiyan dewlemend û sûdmend bikin daku her kesê ko çand û dîroka kurdî jêre balkêşe karibe li vir hemû matêryalên jêre pêwîst be bibîne.

Heger Pirtûkxana Intêrnêtê bo we sûdmend be, ji kerema xwe, alîkariyê di vî karê dîrokî yê giring de bikin. Bi piştgirya we wê karê me pêşkeve û çêtir bibe.

Li gor imkanên xwe hûn dikarin:

  1. bixwe di pêşvebirna pirtûkxanê de beşdar bibin. Hûn dikarin tevlî me bibin û matêryalên xwe ji me re bişînin û heger matêryalên weha berê li bal me ne hatibin belavkirin, emê wan bi navê we tevlî kateloga pirtûkxanê bikin. Bihevre emê bêtir bilez pirtûkxanê bi matêryalên agahî yên nuh ve dagrin.
  2. alîkariya fînansî pêşkêşbikin. Mebest ne ew e ko hûn diravên zêde bo me pêşkêşbikin. Her kes li gor imkanê xwe dikare alîkariyek wisa pêşkêşbike, jibo ev pirtûkxane bê parastin.

Bi saya we, em dikarin:

Bi hezaran zanyariyên dîrokî û yên wekîdin ko dikarin bên windakirin, arşîv bikin û jibo bikaranîna serbest (belaş)  pêşkêş bikin.

Bi bikaranîn û amadekirna zanyariyên ko ji kaniyên nêvnetewî yên cuda hatine wergitin re, gelek zanyariyên ne rast û dijberî hev yên derbarê kurda serrastbikin.

Bi hezaran mirov li tevaya cîhanê wê bikaribin zanyariyên bêtir rast derbarê kurda û dîrok û çanda wan wergirin.

Em gotinê didin we ko diravên alîkariyê  bi şêwekî rast bên serfkirin. Pirtûkxana Kurdî a Intêrnêtê her roj xidmetê ji sedan mirovan re li cîhanê pêşkêşdike. Navên we wê di malperê de bên nîşankirin. Gelek mirov wê derbarê alîkariya we bizanibin.

Sipas.

Li gel rêzên me,

Karmendên pirtûkxanê.

Sipas jibo guhdana pirtûkxanê

Hûn dikarin nuha bi kerta bankê alîkariyê bikin

Heger hûn dixwazin bi şêwekî din alîkariyê bikin bi

Email: info@kurdlib.online

têkilyan bi me re bikin

Alîkariya we wê jibo çi bê bikaranîn? Jibo mûçeyên karmendan, kirîna teknîka pêwîst û matêryalên wekî din, lêgerîn û dijitilki rna pirtûkan, dana kirya ofêsê û xedematên wekî din.